a photo of Şiyar Û Dijwar

Şiyar Û Dijwar

Çûka Serê darê

Hey lê çûka serê darê Te xwe daye vê quntarê Çi digerî vê biharê Te li ku wenda kiriye yarê Çi digerî li van milan Tu dixwînî wek bilbilan Tu dixwîni şewlûkan Min jê girtî êşê dilan Te li ku wenda kiriye yarê Min jê xwarî êşê dilan Te li ku wenda kiriye yarê Wekî kurka li ser çûkan Wek dayika li ser sêwîkan Mihacir bû li ber tirkan Te li ku winda kiriye yarê Penaber bû li ber romiyan Te li ku winda kiriye yarê Biger' belkî tê bibînî Êşê dilan jê bistînî Navê yara min siltan e Kulîlka deşt û çiyan e Hey lê çûka serê darê Te xwe daye vê quntarê

Bêjebêje © 2015-2024