a photo of Şiyar Û Dijwar

Şiyar Û Dijwar

Newroz

Gelê Kurda em rabin şal û şapik li bejna kin Ala rengîn li ser dakin Kêf û şahî dîlan kin Newroz hati silav bikin Waye newroz dîsa hat Ser sera û ser çava hat Pîroz bikin li welat Li bakûr, başûr, rojhilat (Li rojava û rojhilat) Newroz meha adar e Cejn û kêf û seyran e Bihar e xweş bihar e Li her derê serhildane Serhildana Kurdanê Biranîna Kawa ye Cejna gelê medya ye Ji agirê mazlûma ye Li cîhanê deng da ye (Dîsgotin) Dîsa mîna her salan Li hev bi civîn li qada Bigrin govend û dîlan Rakşn ala Kurdîstan Deng bidin hemû cîhan Dengê kew û bilbilan Bêhna gul û sosinan Geş dibe li her deran Mizgîn dide li hemû dilan (Dîsgotin)

Bêjebêje © 2015-2024