a photo of Şiyar Û Dijwar

Şiyar Û Dijwar

Nisêbîna Rengîn im

Nisêbîna rengîn im Azad im her dem jîn im Li hember kedxwarîyê Serê xwe natewînim Di dilê hilala zêrîn Kulîlka bês nahrîn im Felsefa azadîyê Ya bi goşt û hestî mim Dergûşa mirovahîyê Bi destên xwe min hejand Hezar zor û zehmetî Li dû xwe hişt min xwe gîhand Her ketim cardin rabûm Di her carêm xwe welidand Weke teyrê Sîmûrgê Ji arîyê min xwe afirand Mihelmî Dom û Suryan im Kurd im ez Êzidî mim Misliman û Mesihî Pir ol û pir çandî mim Bi berxwedan û serhildan Min deng da hemû cîhan Ez im dayika şehîdan Wan xweşmêr û wan egîdan Bi xum xum û awaz im Çemê Binisra ez im Li ser Çiyayê Bagokê Li Omerîyan deng berz im Doh hebûm, îro he me Her hebûm, ezê hebim Nisêbîna rengîn im Ew cîh û warê qedîm Gotin û Muzîk: Kemal Yiğit

Bêjebêje © 2015-2024