a photo of Şiyar

Şiyar

Şêrîna Min

Şêrîna min, were ba min Şêrîna min ez bê hal im were ba min Ku tu ji min bawer nakî nayî dîtina min Piştî ez mirim tu qet neke şîna min [x2] Çavreşa min, çare nîne Çavreşa min nav û cergêm tev bi xwîne Sebeba min ev dila bo te evîn e Her tim bi hawar û bi axîn û bi gazîne Şêrîna min, were ba min Şêrîna min ez bê hal im were ba min Ku tu ji min bawer nakî nayî dîtina min Piştî ez mirim tu qet neke şîna min Şêrîna min, çav reşa min Delala min şîyarim bê te xew nayê Hestêrê çavim tên xwarê ra lê nayê Te min kir dîn û harek, berda dunya yê Şêrîna min, were ba min Şêrîna min ez bê hal im were ba min Ku tu ji min bawer nakî nayî dîtina min Piştî ez mirim tu qet neke şîna min

Bêjebêje © 2015-2024