the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Şoreş

Ne Go Erê Ne Go Na

Rojekê li derekê Min hez kir ji keçkekê Hilda min barê xeman Hiştim bê çar û derman Min mêze kir mizicî Kêfa dilê'm hate cî Min go tu'b mi'r nazewcî Ne go erê ne go na Rû xweşikê delalê Şengê bi bejn û balê Dimeşe'l ser tilîka Tu dibê qey xezal e (Dîsgotin) Ro herikîn wek çema Sal derbas bûn wext nem a Dil hedimî'j ber xema Hê jî dibêje çima (Dîsgotin) Gotin : Mustafa Gazî Muzîk : Berat Yıldız

Bêjebêje © 2015-2024