the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Strango

Azade Şêrîn

Azade şêrîn, her kes dinêrîn Dê were virde azade şîrîn Çav westiyan hingî li te dinêrîn Nazik delalê, nûra şemalê Rohnî li balê tarî dimalê Azade rindî, dermanê kurdî Çendî tu kundî azade rindî Bona te alem tev bûn dubendî Çima tu bazdî, daxwazê nadî Azadparêz got azad tê kuştin Te ji derd neşuştin, di zengê de xistin Dîsa te miştin çimkî te hiştin Roja me kurda ma tu nizanî Dîsa xuya kir, li ser vê cîhanê Pîroz bike wê rûnê li ba wê Helbest: Adil Sêfidîn Muzîk: Mihemed Şêxo

Bêjebêje © 2015-2024