the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Strango

Biçim Cem Kê?

Eger tu bê bi canê te dilxweş im Ku tu neyê, ji hicranê dilsoj im Were derdê xwe tev berde dilê min Yan bimirim,yan bisojim,yan binasim Îlahî biçim cem kê biçim cem kê Ez ku bê dest û pa me biçim cem kê Hemû min biqewirînin tême cem te Ku tu min biqewrînî biçim cem kê Bi vê bê aşnayiyê biçim cem kê Bi vê bê xanmaniyê biçim cem kê Ku hemû berdine min tême cem te Ku tu min biqewirînî biçim cem kê Helbest: Baba Tahirê Uryan

Bêjebêje © 2015-2024