the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Strango

Dilê Hişyar

Dilo carek xwe hişyar ke Hilo da çin bi seyranê Bi carek bes xwe bê par ke Were seyra gulîstanê Gulîstana ku sorgul tê Semen nisrîn û sunbul tê Hezar bilbil bi xulxul tê Di hîva meha nîsanê Di dîwana ku qerqef tê Di nêv bezma ney û def tê Melayîk sed hezar sef tê Ez im ê hate meydanê Ez im serxweş ji wê camê Ez im sewda di nêv ‘amê Ez im Enqa ketim damê Bi zulfan ser xalan danê Bi zulfan hate ser xalan Binefş û werd û alalan Dil û canê me evdalan Dibin her dem bi talanê Bi talan ku dused ser çûn Hezaran genc û gewher çûn Dilê'm sed pare ker ker çûn Tu Xanî bes ke efxanê Helbest: Ehmedê Xanî

Bêjebêje © 2015-2024