Strango
Diyariya Yarê
Ji dostê re çi rêkim ,ez diyarî?
Diyar e yar,dixwazî min bi yarî
(Dixwazim) Can û dil jê re bişênim
(Tenê şerm e) hemî derd û hejarî
(Dixwazim) her du çavan jê re rêkim
(Bikêr nayên) ,ji wan her xwîn dibarî
(Divêm jê re) ziman û dev bişênim
(Ne hêja ne) şev û rojan bi zarî
(Nizam ez) çi hêja ye ku rêkim
(Cîhan pêk ve) bihayê biskê tarî
Helbest: Ji ‘’Ronak’’a Cegerxwîn
Muzîk: Hossaîn