the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Strango

Ey Mela Namê Te

Ey mela namê te ye xemset'eser Tu bi şi'ra ne te gotî xwe dikî qend û şeker Durrê nasufte dihûnî me nedî mislê te qet Ne di semtê 'Ecemî de ne di iqlîmê Teter Ev çi şi'r û xezel û medh û senayê xwe dikî Di civatan we dibêjî me bi te'n û bi xeber Ev çi teqlîd û şitat in çi bitat in tu dikî Serî vê ra dihejînî bi dused ax keser Tu dizanî Finika te ne mekanê xezelan e Çi buha têne meta'ê te eya bê ser û ber Dest û payan ji berê zêde bikî dê te bikim Mislê Hemmadê Ereb her wekî Sêx anî bi ser Ahmed im sînesîper pêşberê tîra felekê De'wedarê te me îro tu ji dehlê were der Helbest: Melayê Cizîrî

Bêjebêje © 2015-2024