the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Strango

Nebêje Na

Çi bêjim ez mebê: Na na Guhê min tim li ber ‘’Na’’ ye Bi vê ‘’na’’ yê te şîşa sor Di nêva dil da badaye Tu zanî ‘’na’’ çi dijware? Ji ber wê dil tijî are Perîşan û giranbare Bihara dil çi ‘’na na‘’ ye? Ji ber nayê dinalim ez Wekû nayê dikalim ez Nizanî pîr û kalim ez Me fersende bernedaye Mi dil suhtî ji ber nayê Were guhdêrê ber nayê Dikin gazî werin rayê Ku ev paye hemî ba ye Gotin: Cegerxwîn

Bêjebêje © 2015-2024