the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Strango

Pîrê Ber Meyxanê

Rengê mûm û find bi ronî Ez tenê perwane me Herkesî dinya divêtin Ez tenê dîwane me Bejn û bala nûgihayî Tiştekî kêm tênehin Lê tenê ez dilbijê Dêmên ji rengê dane me Meygera ava heyatê Mexbeçoka meyfiroş Kûpekî bîne ji min ra Pîrê ber meyxanê me Da meya sade binoşim Min divê dostek hebî Ey evîna dil di bendê! Serxweş Û mestane me ez Sofiyê bê ney û mey Naçi civîna mexbeçan Ez li jorê wê civatê Pîrê sergerdane me ez Helbest: Cegerxwîn

Bêjebêje © 2015-2024