the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Strango

Xayînê

Himbêzek ramûsan man li keviya çêm Te gotibû îşev ez têm Îşev ,beriya hîv dagere kevan… Ma gund raneza,ma sa ranezan Xayînê tê bihata Dilê min sed carî di sînor de werbû Tu bihata,kaniyek din li Xanikan zêde d’bû Tu bihata ,Nêrgizlokê j’êvar de rêber bû Tu bihata xewlecî bû binê pirê; kîjan xofê nehişt ku tu bidî rê Xayînê ,tu bihata Ev dil,li dû te Binxet nedibû! Helbest: Arjen Arî

Bêjebêje © 2015-2024