the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Strango

Xem û Xeyal û Dêrsim û Akrê

Xem û xeyalê te ez revandim çol û bêlana te ez gerandim ji ber te sotim tez şewandim bayê evîna te ez hejandim dildarê royê di sîngê te me bi çeleng û çakî mêvanê te me ji ber fermana te heleste me sûnd bi serê te, te ez helandim Dêrsim û Akre ji taca tebî Sîpan û Cûdî du birhên te bî Ormî, derya Wan du çavên te bî Rondikê çavên te ez pêlandim Şingal û Bêxêr du biskên te bî Sindî û Gulî kepiyên tebî Geliyê Elî jî devê tebî Du awirên çavên te’z weşandim Dîcle û Fûrat du kezyên tebî Kerkûk û Hewlêr du sîngê tebî Sersing û Şeqlaw du lêvên tebî Şêrîn zimanê te’z bezandim Gotin: Omerê le'lê Muzîk: Mihemed Şêxo

Bêjebêje © 2015-2024