the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Suna Alan

Nadia

Lê dayê, dengê te nayê Lê dayê ketim bîra kûr, bîra reş, deng bide! Jiyan tarî, azadî dûr, brîndar bûm lê dayê Jiyan tarî, azadî dûr, mirin xweş bû lê dayê Dûr e dûr, dûr e dûr çavên te! Dûr e dûr, dûr e dûr çavên te! *** Lê dayê, rabûm li xewnê Te bang dikir navê min, kena te li bîra min Ez im Nadia, xezala te, gulêbûka Şingal ê Zarokek dilgeş bûm ez, mezin bûm di nav şadî Nêz e nêz, dengê te, nêz e nêz hêvî! Nêz e nêz, çavên te, nêz e nêz ronahî!

Bêjebêje © 2015-2024