the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Swara Ilkhanizadeh

Xêllî Diro)

Êwe kên? xêllî diro! Gelî dem pirr le hera Nîştecêy şarî be girm e û dûkell Pêm billên Êwe çi karen? Çi kesin? Êwe ey kirmî kitêb Yarî xarî hode Be gerûy qaspekerî kewtarên Carrî kam gumbû eden wa be hellpe û be deho? Êwe Mîratgirî kam cê lewerrin? Êwe Haşargirî rûbendî wişe Bûkî bin taray sûr Xwa neka bay be tewjimî kwêstan Laberê perde le ser ballatan Derkewê her dekujin dûrawdûr Êwe Key şêrî çiyan? Berdemawxorî tulle û gurgî gerrin Qaqirre giyan e heway ber piştên Şorekatêke kujey xellfî dest Zelkeye korreketan, êwe zelin Her be bayek egerrên bê derbest Kam beyan berbû le bendî şewezeng? Kam kuley şorr be nefestan laçû? Mil be bermûrî wişey rengawreng! Kame pê kewte piyasey rêtan? Êste wa girm e le kêwan berz e Mêş exate leşî ga bûlerze Êwen û êwen û lokey gwêtan Besiyetî, besiyetî Wa hat, wa çû Siware îlxanî zade 1968

Bêjebêje © 2015-2024