the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Tahsîn Taha

Ho Şirînê Balavî Ye

Ho şirînê balavî yê Ho torînê xoştivî yê Riwîbara pêll pêll diburin Qet dê hêt pêla hîvî yê Qet dê hêt ew pêla jimêj Em jiber wê ser êş û gêj Da pê bişiwîn cilik û sera Da ne mînin bêhn û qirrêj Şirînê xoşke agirî Geşke wek baba gorr gorrî Balava bi germava xoşe Da ji xoşiya bikem girî Da bişwî jarê bo jara Kuştiyêt dîtina bohara Bo dilêra.. Bo feqîra Bo şehîda û birîndara Belatînkêt ronahiyê Têhinî yêt ava kehiniyê Da bişiwîn bo ewan kesa Xodanêt rêka rastiyê Helbest: Dr. Bedirxan sindî

Bêjebêje © 2015-2024