the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Tahsîn Taha

Loy Loy Kurdistan

Loy loy Kurdistan cerg û dilê me kurdan Te nadin bi vê dinyayê gorî te bin rih û can Kurdistan tev çiya ne, mêrg û çem û zozan e Bakûr, Başûr, Rojhilat, Rojava çar bira ne Kurdistan em arî ne, xakê me fereşîn e Xwedan tûr û tuxîbin, mêjiwa me rengîn e Em Kurdistanê nadin em bi vî xakî dilşad in Dijman çavên te zer bin her sebest û azad in Loyloy Kurdistan cerg û dilê me kurdan Te nadin bi vê dinyayê gorî te bin rih û can Lo kurdo rabin rabin, hemû pêkve bira bin Welatê xwe ava kin, Kurdistan dayk û bab in Loyloy Kurdistan cerg û dilê me kurdan Te nadin bi vê dinyayê gorî te bin rih û can

Bêjebêje © 2015-2024