a photo of Tara Caf

Tara Caf

Her Warek Bi Bilbilek

Xem nîne ew bilbil e Evîndarê sor gul e Bêper û bêperwaz e Dilê wî jî bi kul e Gula wî yekê sor e Sed dirî li derdor e Bo çi bijart gula han Bidestxistin pir zor e Her ware bi bilbilek Her bilbilek bi gulek Her warek bi bilbilek Her bilbilek bi dilek Her cikas sîtemkaran Bi tundî û bi deran Çîm û perwaz şikandin Lê gul neda neyaran Bilbil hêla Botan Îro li te zivistan Wê bihara te jî bê Wer dê bike gulistan Her ware bi bilbilek Her bilbilek bi gulek Her warek bi bilbilek Her bilbilek bi dilek

Bêjebêje © 2015-2024