a photo of Tara Caf

Tara Caf

Malan bar kir

Malan bar kir lê lê çûne waran lê Dînê lê dînê lê Dînara min Goştê me xwar lê lê mişk û maran lê Keçê lê rîndê lê Hewala min Ez sewî me lo lo ber desta me lo Delalo delalo delalê min Brîndar im lo lo bê xwedî me lo Hewalo hewalo hewalê min Malan bar kir lê lê koç bi rê ket lê Dînê lê dînê lê Dînara min Dilêm eşiya lê lê agir pê ket lê Keçê lê rîndê lê bermaliya min Jana te ya dil jana min e lo Delalo delalo delale min Ger min nedin ne gunehe min e lo Hevalo hevalo hevale min Malan bar kir lê lê çûne waran lê Dînê lê dînê lê Dînara min Goştê me xwar lê lê mişk û maran lê Keçê lê rîndê lê bermaliya min

Bêjebêje © 2015-2021