the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Tara Mamedova

Derya

Ax derya wazên şevên te Ax derya çi xweş ê dengê te Ax derya tu gazî min diki? Ax derya du ji min çi dixwazî? Dixwazî dibim ez çûka difire ser avên te? Dixwazî dibim yûnûsa nikare bijî bêyî te? Dixwazî dibim ez çûka difire ser avên te? Dixwazî bibim yûnûsa nikare bijî bêyî te? Bes e bes e derya bes e Bi êşa evîna te Ew êşa min dikujê Rizgar ke ji tora xwe Bes e bes e min bihêle Deşe birina min Ev birîn min dikûje Derya min bihêle Ah derya dil xweş dike teysina avên te Ah derya van şevên bêkes çi xweş e dengê te Ah derya tu gazî min diki? Ah derya tu ji min çi dixwazi? Dixwazî dibim bayê jinê bifirim ser avên te? Dixwazî dibim stêrkek biçirûsim nav pêlen te Dixwazî dibim bayê jinê bifirim ser avên te? Dixwazî dibim stêrkek biçirûsim nav pêlen te Bes e bes e derya bes e Bi êşa evîna te Ew êşa min dikujê Rizgar ke ji tora xwe Bes e bes e min bihêle Deşe birina min Ev birîn min dikûje Derya min bihêle

Bêjebêje © 2015-2024