Tehsîn Teha
Xalxalûkê
Xalxalûkê bextê te ye
Mala lawê min li kîve ye?
Xalxalûkê bextê te ye
Mala cana min li kîve ye?
Ji mêje ya li min berzeye
Dilê min hêj yê bi dîv ve ye
Ji mêje ya li min berzeye
Dilê min hêj yê bi dîv ve ye
Xalxalûkê dê tû zî be
Dilê jê xerîb xerîbe
Ne min roje û ne min şeve
Bine ciha lawî bideve
Min jî ne roje û ne şeve
Bine ciha canê bideve
Xalxalûkê bextê te ye
Mala lawê min li kîve ye?
Xalxalûkê bextê te ye
Mala cana min li kîve ye?
Canê dilê nêçîr kirî
Dil birîndar jîn vemirî
Tev pepûka bû min girî
Tazî ye û şîn yê li ber kirî
Pepûka bû min jî girî
Tazî ye û şîn yê li ber kirî
Xalxalûkê bextê te ye
Mala lawê min li kîve ye?
Xalxalûkê bextê te ye
Mala lawê min li kîve ye?
Xalxalûkê bextê te ye
Mala cana min li kîve ye?
Ji mêje ya li min berzeye
Dilê min hêj yê bi dîv ve ye
Ji mêje yê li min berzeye
Dilê min hêj yê bi dîve ye
Helbest: Feîsel Mistefa Amêdî
Gotin: Tehsîn Taha û Gûl Bihar