Temo Nasir Bedirxan
Ala Qemşê
Gundek heya ser xetê
Navê wê bîra min tê
Dibêjinê, Ala Qemşê
Ala Qemşê, xweş û rewşê
Li gundê Ala Qemşê
Ew kom kirin li hewşê
Mêr bi carek girê dan
Bi zincîr û bi lêdan
Xort û pîr û kal û jar
Wek êzingan wekî dar
Girê dan û dane hev
Destê wan da nema rev
Kî ye dostê hejaran
Perîşan û bindaran
Her kes dostê xortemêr
Em tev didin pesnê şêr
Helbest: Cegerxwîn