Temo Nasir Bedirxan
Dêrika Çiyayê Mazî
Dêrika çîyayê mazî
Welatê bav û kala
Lê sed hawar û gazî
Jê dûr ketim çend sal e
Ez li wê hatim dinê
Wê dergûşê hejandim
Heywax hey mala minê
Dijmina jê revandim
Perçeke ji bihuştê
Bisreka zêrîn welat
Îro dest min nagehiştê
Ax û keser ji dil hat
Helbest: Qedrîcan