the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Temo Nasir Bedirxan

Êvar

Êvar e Pir sar e Çol e, gir û çiyan bê dar in Tarî ye Zarî ye Bê te dil û can birîndar in Welat e Şewat e Hêstirên min dikevin; çem e Ax Dîlê min Dilê min Êdî were delalê! dem e Adar e Hawar e Camêr tev dimeşin, bê Al in Stran e û deng e Gul e bê reng e Di mehdikan de zaro dinalin Helbest: Kamîran Elî Bedirxan (Kulîlkên Ezêb)

Bêjebêje © 2015-2024