the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Temo Nasir Bedirxan

Gernasê Mameş

Sê zarok xwaş tên bê deng û qêrîn Dengê pir şeng û perî û şêrin Ka betlê memed ji rûstemê beyar Bijî Kurdistan bijî Kurdistan Hêstirê wan nên destê wan girin Rê wendakirina, ne bajar ne gund Ka betlê memed ji rûstemê beyar Bijî Kurdistan bijî Kurdistan Serê wan gewer, piyê wan tazî Bi dengekî zîz tev dikin gazî Ka betlê memed ji rûstemê beyar Bijî Kurdistan bijî kurdistan Min destê wan girt gelo hûn kîne Go em çi bêjin, her sê sêwîne Ka betlê memed ji rûstemê beyar Bijî Kurdistan bijî Kurdistan Her sê sêwîne, lê rê nizanin Bavê me kuştin em bê xwedanin Ka betlê memed ji rûstemê beyar Bijî Kurdistan bijî Kurdistan Gava wer gotin dilê min kelî Dengê me dagirt newal û gelî Ka betlê memed ji rûstemê beyar Bijî Kurdistan bijî Kurdistan Kanîn himbêzî her sê perîşan Dengê me bûye qerîn û giryan Ka betlê memed ji rûstemê beyar Bijî Kurdistan bijî Kurdistan

Bêjebêje © 2015-2024