the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Temo Nasir Bedirxan

Îro Ji Ber Jana Di Dil

Îro ji ber jana di dil Dil jar û mest û sexte ye Agir li ser daxên di kul Bê gazin û bê lome ye Bê fêde ye ev nale-nal Borîn li min, pir çend sal Dîlber li ber çavan xeyal Lewra Evîn yek niqte ye (Dîsgotin) Nuqte evînê ateşî Laşê ku pêtek tê kişî Kengî dibînit ew xweşî Ma kî nizanît ew weye (Dîsgotin) Zilman li min dîlber bikî Agir li ser dil wer bikî Canê Cegerxwîn ker bikî Dîsa me jê hêvî heye (Dîsgotin) Helbest: Cegerxwîn

Bêjebêje © 2015-2024