Temo Nasir Bedirxan
Îro Ji Derba Xencerê
Îro ji derba xencerê
Zanim bi êşan î Mela
Ji eşqê zulfa dîlberê
Zanim perîşan î Mela
Zanim tu perîşan î ji dil
Bêhed bê êşan î ji dil
Teşbîhê buryan î ji dil
Billeh ne însan î Mela
Billeh çi teb'et adem î
Yekser 'dabî' yek 'alem î
Deryayê Qaf û Qelzum î
Yan çerx-î gerdan î Mela
(Dîsgotin-îro ji eşqa...)
Helbest: Melayê Cizîrî