the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Temo Nasir Bedirxan

Kulîlkên Ezêb

ez bes te maç dikim; bi lêvên xewnê evîna te kûr e, hêviya dinê birûskên çavên te; wek gewherên ecêb çavên te yên zelal; kulîlkên ezêb mehfûra mirinê min bi ken raçand jînê ez xapandim, min kes ne xapand maça şêrîn; ko lêva te bi min da ez birîndar kirim û bi min ve da çira dişewite; zimanekî zêr her pê ronî dibe, nimêjgah û dêr mehfûra mirinê min bi ken raçand jînê ez xapandim, min kes ne xapand bo tihniya dilî; lêva te kanî ji xewna çavê re; te sorgul anî dilê min mizgefta bêdengî ye; sar havîna min bê sih, rêlên min bê dar mehfûra mirinê min bi ken raçand jînê ez xapandim, min kes ne xapand Helbest: Kamiran Elî Bedirxan

Bêjebêje © 2015-2024