the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Temo Nasir Bedirxan

Lo Lo Pismamo

By: Ciwan

Lo lo pismamo, çima deng nakî? Serê xwe carek bilind ranakî Lskerê dijmin li çiyayê jor in Weka xweşmêra, ji hev bela nakî? Lo lo pismamo zanim xweşmêr î Pismamê Rustem yan Êzdîn şêr î Roja halanê roja lêdanê Mêr û gernas î, dotmam bi gorî (Dîsgotin) Dotmama te me, min çav kildaye Derefşa Kawe, bo te hildaye Rojek lêdan e, rojek razan e Îro lêdan e roja Kurdan e (Dîsgotin) Dengê min zîz e hewar û gazî Serqot û pêxwas, birçî û tazî Êriş e lêxe pismamo lêxe Şerm û fehêt e îro tu razî (Dîsgotin) Gotin: Cegerxwîn

0

Bêjebêje © 2015-2025