the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Temo Nasir Bedirxan

Loriya Şehîdan

Jin û mêrên ku ji bona serbestîyê ji bona azadiya welatê xwe mirine Hêja ne ku mirov tev bên û di pêşiya gora wan de bisekine Di nav navê spehîtir de yên çelengtir de navê wan e Kubarî û her mezinahî di pêşiya wan de bi rewş û zînetî Her çend ji wan di axa reş de xwe dirêj kirine Mîna dayikek delal milet ji wa re dilorîne Mîna dayikek delal milet ji wa ra dilorîna Şan û mezinahî bi te dikevê welatê delal wa bedîn Şan û şeref bi wan dikevê yê ku qurbana te bûna di nav ax û xwînê da Gelî şehîdno, gelî şehîdno şehîdê welat Mêr û mêrxas hûn in Serê çiya û zozanan li wan dinerin Siha tirba wan li wan xweş tê Ji ber ku singa milet, ji ber ku singa milet ew tirb biborin Mîna tacek zêrîn roj lê dida Mîna dayikek delal milet jê re dilorîne Mîna dayikek delal milet jê ra dilorîna Mêrxasê ku canê xwe dane welat ji bîr nabin Ew in rêberên bi nav û deng hêja ne ku milet gî bên û li pêşa gora wan de bisekina Navê wan her sax, navên delal Her dibêt mezintirîn û qedirgiran Mezinahî bi wan dikeve, bi wan dikeve şeref û şan Mîna dayikek delal milet ji wa re dilorîne Mîna dayikek delal milet ji wa ra dilorîna

Bêjebêje © 2015-2024