the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Temo Nasir Bedirxan

Tazî me Birçî me

Tazî me birçî me mele Çibkim bi rojî û nimêj Kom bûn li min derd û bele Çibkim ji vê riha dirêj Te ez kirim kolê neyar Te ez ji banî birim xwar Bin destê dijmin mest û jar Derman çi ye ka wer bibê (Dîsgotin) Xorta li milan bûne ker Barê neyar her tim li ser Pişta min ax û keser Derman çi ye ka wer bibê (Dîsgotin) Banga te ser û rojî Qet agirê dil nakujî Ev kar bi bangê napijî Ey rîhdirêjê dîn û gêj (Dîsgotin)

Bêjebêje © 2015-2024