the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Temo Nasir Bedirxan

Vê Dûriyê

Vê dûriyê ez dîn kirim, eman ji destê dûriyê Vê dûriyê ez dîn kirim, hawar ji destê dûriyê Şerpeze û bê dîn kirim, aman ji destê dûriyê Şerpeze û bê dîn kirim, hawar ji destê dûriyê Dûrî ji pêta agirî dil girtiye û qet nemirî Herdem ji ber nal û girî hawar ji destê dûriyê Herdem ji ber nal û girî aman ji destê dûriyê Tirsim ji te pir dûr kevim, dîsa di axa kûr kevim Nav pencê mar û mûr kevim, hawar ji destê dûriyê Nav pencê mar û mûr kevim, aman ji destê dûriyê Vê dûriyê em da kirin, çavên belek winda kirin Em girtiyê derda kirin, hawar ji destê dûriyê Em girtiyê derda kirin, aman ji destê dûriyê Çavên di reş dêmên gulî, biskan xwe da ser wî milî Tîr dane dil çi bikim gilî, hawar ji destê dûriyê Tîr dane dil çi bikim gilî, aman ji destê dûriyê Hawar ji destê dûriyê, aman ji destê dûriyê Helbest: Cegerxwîn

Bêjebêje © 2015-2024