the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Temurê Fetî

Dolavê

Dolavê wey dolavê, Bû ringîna dolavê Dolavê wey dolavê, Bû ringîna dolavê Dolava ji darî darê, Dolavê, wey dolavê Dolava ji darî darê, Bû şingîna dolavê Lê dirêsim hiriya karê, Dolavê, wey dolavê Lê dirêsim hiriya karê, Bû ringîna dolavê Dolava ji darî gezê, Dolavê, wey dolavê Dolava ji darî gezê, Bû ringîna dolavê Lê dirêsim hiriya pezê, Dolavê, wey dolavê Lê dirêsim hiriya pezê, Bû şingîna dolavê Dolava ji darî biyê, Dolavê, wey dolavê Dolava ji darî biyê, Bû ringîna dolavê Lê dirêsim hiriya miyê, Dolavê, wey dolavê Lê dirêsim hiriya miyê, Bû şingîna dolavê Dolava mi biçûk e, Dolavê, wey dolavê Dolava mi biçûk e, Bû şingîna dolavê Histûna nav sindrûk e, Dolavê, wey dolavê Westûna nav sindrûk e, Ringîn kete dolavê

Bêjebêje © 2015-2024