the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Temurê Fetî

Meyro

Girê Sîrê bi sîr e, lêlim, lêlim Meyro Gir xopanê bi sîr e, tolik canê Meyro Du siwara wîrewîr e, lêlim, lêlim Meyro Du siwara wîrewîr e, tolik canê Meyro Xwestiyê Meyro wezîr e, lêlim, lêlim Meyro Xwestiyê Meyro wezîr e, tolik canê Meyro Girê Sîrê bi kelem e, lêlim, lêlim Meyro Gir xopanê bi kelem e, tolik canê Meyro Du siwara lemelem e, lêlim, lêlim Meyro Du siwara lemelem e, tolik canê Meyro Girê Sîrê bi ce ye, lê lib, lêlim, lêlim Meyro Gir xopana bi ce ye, tolik canê Meyro Du siwara bi heyehey e, lêlim, lêlim Meyro Dizwara bi heyehey e, tolik canê Meyro Girê Sîrê bi nok e, lêlim, lêlim Meyro Gir xopanî bi nok e, tolik canê Meyro Du siwara hokehok e, lêlim, lêlim Meyro Du siwara hokehok e, tolik canê Meyro Xwestiyê Meyro zarok e, lêlim, lêlim Meyro Xwestiyê Meyro zarok e, tolik canê Meyro

Bêjebêje © 2015-2024