the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Temurê Tele

Çavreş

Bona huba dilê te Min gelekî ser rêtiye Min çevê te hiz kiriye Û tu car bîr nekiriye Erê wele, erê wele Çevreş çevreş bona te Ez ketime deroder Ez te gelek hiz dikim Dil da te xwayî dikim Ax ew gerdena te Birî û bijangê te Ez ê çewa bîr bikim E wê bejn û bala te Erê wele, erê wele Çevreş çevreş bona te Ez ketime deroder Ez te gelek hiz dikim Dil da te xwayî dikim Ser çen çiya re derbas bim Ez te tu car bîr nakim Çevê te yî reş nav dil da Ez tu carî hinda nakim Erê wele, erê wele Çevreş çevreş bona te Ez ketime deroder Ez te gelek hiz dikim Dil da te xwayî dikim Erê wele, erê wele

Bêjebêje © 2015-2024