Temurê Tele
Dilê Min
Dilê mi bona te dinale
Çavê mi bona te digirî
Xwîna mi bûye ava zelale
Çevê mi riya te da qerimî
Dilê mi bona te dinale
Ax delala dilê min
Çevê mi riya te da qerimî
De zû ke were cem min
Gul sosin vebûne êdî
Ax ez mame vira tenê
Tu çima ji min xeyîdî
Were ser bextê mi rûnenê
Gul sosin vebûne êdî
Ax delala dilê min
Tu çima ji min xeyîdî
De zû ke were cem min
Çima mi didî cizaretê
Heyran were ez ya te me
Heta roja qiyametê
Ez dergistiya dilê te me
Heyran were ez ya te me
Ax delala dilê min
Ez dergistiya dilê te me
De zû ke were cem min