the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Temurê Xelîl

Barzanî

Mirê mêrxas palewano Barzanî Tu egîd î qumandarê kurdan î Tu ba kurdî azadarê Milet î Navê te biye me ra sond û ziyaret î Tu Kurdistan, te difire rima dilê neyara Milê rabe gef û gur e, ruhistînê zulmkara We egîto tu lê dixî, mêranî Çi mêrxas î tu zureta kurdan î Ceş û ceşa dike dîl û perîşan Wê dayika kurdê hêsîr Kurdistan Tu Kurdistan, te difire rima dilê neyara Milê rabe gef û gur e, ruhistînê zulmkara Çiyayê kurda piş mêran e, Barzanî Tu mêrxas î ceş û ceşa natirsî Navê kurda dinyalikê kir nasî Li beyraqa cumhuriyeta kurdan î Tu Kurdistan, te difire rima dilê neyara Milê rabe gef û gur e, ruhistînê zulmkara

Bêjebêje © 2015-2024