the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Temurê Xelîl

Îşiqa Çeva

Te gote ez va hatim Namînim hem wext im Tava sibê va derketiye Dilê min jî derb lê ketiye Çevê min li riya te qetiya Xana dilê kurdan e Tavê da ber çema Wez ça bikim van xema Min gote te were meçe Min derd kula neke hewce Ba min rûnê deha qenc e, delala dilê min Dilê min xişûş e Hûr dibe mîna şûşe Bûy te ketime deşt û çolê Bûme xwişka Çiyayê Golê Çawa dikim nayê yolê Halê min ê çawa be Ro diçe der ava Îşiq nema van çeva Min ji te ra baqe gul kir Stûyê xwe li riya te xwar kir Te çevê xwe kê ra kil kir Ez hiştim bi tenê

Bêjebêje © 2015-2024