the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Temurê Xelîl

Melîkê Kurda

Welatê kurda tev xêr û bêr e Hemî maden e, tev zîv û zêr e Lê çawa bikim îro maye ji xelqê re Welatê kurda hemî çîman e Egît û şêr û piling tê hene Hemî heval û pismamê me ne Em ne hêsîr in, ne belengaz in Xudan paşa ne, leşker û kom in Îro wêran e, bindestê bûme Ev çi hewal e, kotek û zor e Lê hûn dizanin dinya bi dor e Çerxek li jêr e, çerxek li jor e

Bêjebêje © 2015-2024