the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Teq Û Req

Çûko

Weyla çûko rebeno tu ketî xefka heseno War û hêlîn xera bûn ne qirşik û ne beno Çûkê mêrga belekê lê tiriya wîna xelekê Heseno bêîman e xefka wî ne henekê Çûkê'm çûkê beytikê niklê wîna kinikê Erê çûkê'm lepikê li ber goştê berxikê Weyla çûko rebeno tu ketî xefka heseno War û hêlîn xera bûn ne qirşik û ne beno Gotin û Mûzîk: Îmad Kakilo

Bêjebêje © 2015-2024