the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Teq Û Req

Pela Dawî ya Salnameyê

Îro dawiya salê ye Saleke din çû ji emrên me Lê xem nake ooo.. Hêvîdarî li ser piyan e Qada rastiyê vala ye Çewtiyê konê xwe vedaye Me çi kir û nekir Biryar yekalî maye Sala çûyî ji emrê me pir tişt dizî Bi hêviya saleke bê mixabin û bê xwezî Xewn û xeyal kêm jî mabin Tê bikoşe ji bo dinê Da ku nebêjî ax ax! Sal bi sal xwezî bi par Sala çûyî ji emrên me pir tişt dizî Bi hêviya saleke bê mixabin û bê xwezî Gotin: Yunus Orak Mûzîk: Erdal Dağhan

Bêjebêje © 2015-2024