the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Teq Û Req

Serjimêrî

Dem di dergûşê de kal bû Hûtê heftserî, Bozê Rehwan, pîrebok… Şevbuhêrk ji şîr vebûn Bi piyan ketin zarok Stran negihiştin perê bajaran Di mehdika şaristaniyê de welatek Gund bi gund lal bû! 4 hezar gund 30 hezar kuştî? 3 milyon penaber Ji devê berdevkê fermî ev xeber Hêj jî em nizanin hejmara bî û sêwiyan! Helbest: Arjen Arî Mûzîk: Yunus Orak

Bêjebêje © 2015-2024