a photo of Teyar Elî

Teyar Elî

Ma Wê Tim

Ma wê tim vîna me li ser lêv ên me serî jê be ma wê tim evîna me di sîngê meda tim sêwî be ma wê tim vemirin çirên şevê û çav payî bimînin li benda te ma wê tim çav ên me li ser rûyên şevê li xwenên hev bigerin Ma wê tim vîna me li ser lêv ên me serî jê be hîn wek xwe me ez lê hîn wek te me ez lê hîn meyxane zên vî welatî digerim ez lêê lê hîn meyxane zên vî welatî digerim ez lêê lê hîn porê min wek berê kewên te têdane hîn çav ên min wek berê xewn ên te têdane lêê lê lê lê lêê lêê lê lê lê lêê min çavê xwe vekirin tu di çavê min da razayî bûyî min tu şiyar kirî ji wê demê da ez nikarim razêm li hêviya te mam ta tu razêyî

Bêjebêje © 2015-2024