a photo of Teyar Elî

Teyar Elî

Mirî me

Mirî me ji kevinda Tenê perwanekî şûn mayî me Li dor cama çav ên te dikewkirim Mirî me ji kevinda Tenê daxwazeke lal im Xwezî tu li vir ba niha Ku min bi lêv ên ji payîzekê zuha tir,tilî yên te yek û yek bimêtana xanimê Mirî ji berî mirinê Tenê bayê evînê me Di bêwariya xwe de Li şûnwara kul û derdan Li şûna kenê te gêj dizîvirim xanimê Mirî me Mirî me

Bêjebêje © 2015-2024