the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Tuqasa Xemo

Yara Min Bedew e

Yara mine bedew e Çavreşa nava gund e Yar mala kê Bejna Narê sorgulî Deşt û zozan xemilî Agirê dilê mi vêsîne De tu were cem min Yara mine bilind e Kulîlka nava gund e Yar mala kê Bejna Narê sorgulî Deşt û zozan xemilî Agirê dilê mi vêsîne De tu were cem min Keçik çima ditirsî Ne ez xort im tu qîz î Yar mala kê Memikê Narê wisan e Mîna sêv û hirmiyan e Agirê dilê mi vêsîne De tu were cem min Sibê deweta min te ye Dinê alem şade ye Yar mala kê Bejna Narê sorgulî Deşt û zozan xemilî Agirê dilê mi vêsîne De tu were cem min

Bêjebêje © 2015-2024