the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Turan Şengül

Li Xwe Baş Binêre

Min kir ne kir çênebû jiyan dev ji min berda çû Dilê min ji bo te helya bû evîn dev ji min berda çû Ka were ba min roniya min destê xwe dirêjê min ke Ka were ba min tariya min wextê min nema lezke Ezê birevim herîm evîndar im Çar aliyê deştan heval heviya min in Ezê birevim herim evîndar im Tu xwe baş binêre hevala min Tu xwe baş binêre delala min Gava herim ji vî warê ez naxwazim tu bigîrî Gava herim ji vî warê çavên te li ser welat bî Ka were ba min roniya min destê xwe dirêjê min ke Ka were ba min tariya min wextê min nema lezke Ezê birevim herîm evîndar im Çar aliyê deştan heval heviya min in Ezê birevim herim evîndar im Tu xwe baş binêre hevala min Tu xwe baş binêre delala min

Bêjebêje © 2015-2024