the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Turan Şengül

Nizanim

Min xwera negirt, giriyam bi şev û rojan Min xwera negirt, giriyam nava nîgaşan Ruhê min tenik bûye yarê Dilê min dişewite yar Çawa bêjim nizanim, hezdikim ji te çîçeka çolê Çawa bêjim nizanim, hezkirina mem û zînê Çawa bêjim nizanim, weka rojeke newrozê Me raman bike, biharan, berf û baranan Me raman bike, hevalan, çol û newalan Ruhê min tenik bûye yarê Dilê min dişewite yar Çawa bêjim nizanim, hezdikim ji te çîçeka çolê Çawa bêjim nizanim, hezkirina mem û zînê Çawa bêjim nizanim, weka rojeke newrozê

Bêjebêje © 2015-2024