Ûsivê Elîyê Mihikê
Evdal Bego
Olo mîro Evdila begê mîrê zirav vê sibê ji mal siyar bû, wayê mîro lo kelimîn e
Olo mîro şûr girêda, mertalgir e lo xwaşazîn e
Kafirê Omer Çerkez şandiye pey defçiyê, lo sazbendî ne
Evdila begê mîrê zirav go kafirê Omer Çerkez ev çi def e, wayê mîro lo çi zirne ye
Go Evdila bego lawo lê tu nizanî def û deweta kalebavêm Eyşo xanima
Lo dayîka te ye, lê way mîrêm
Ax de way mîr, way mîro, lê way mîrêm
Olo mîro Evdila begê mîrê zirav gogavê Omer Çerkez Kela Topraxqelê lo giyabîn e
Go kafirê Omer Çerkez lê tu nizanî qîz û bûkê, lo me heznî ne
Wayê mîrê, wayê mîro lo xwaşwezîro, were mal da helisiyo
Kuro gazî giro, rabe dere wele Evdila begê mîre zirav, lo roja wîro, lê wayê mîrê
Olo mîro va mîreka, wayê mîro lo şerek danî
Wayê mîrê mi xwîn dikişe, lo çem û kanî, were wer dinyayê wer dinyayê, felek
e, xayîn e, Dîwan teng e sûr e, nizm e milê Evdila begê mîrê zirav dirêj e, lo tê hilnayê
Way mîrê de way mîrê, way mîro lo bêtevdîro
Lo lo mîro Kela Topraxqelê ketê hê hê hê, lo li hember e
Olo mîro qema destê kafirê Omer Çerkez wayê mîrê minê tûncê zer e
Were qeme çiqasî dirêj e lo ew qasî ber e
Qemekî daye Evdila begê mîrê zirav daxistibû lo ser eniya kevir, lê way mîrêm
De way mîrêm, way mîro, lo bêtevdîro
Olo mîro Qela Topraxqelê, wayê mîro lo kela zêra
Olo mîro kafirê Omer Çerkez sekiniye banê bilind Eyşo xanimê ra lo dide çêra
Eyşo xanimê dengekî duduyan çubinî kire gazî go lawê mi, çê be çê bixebite
Minê beranê gel î qerqaş xweyî kiriye, lo çi rojê ra
De wayê mîrê mi, wayê mîro, lo xwaşwezîro
Were mal da helisiyo, lo gazî kiro
Rabe dere were Evdila begê mîrê zirav lo roja wî lo lê wayê mîrê