Ûsivê Elîyê Mihikê
Hey Lo Lo Uso
Hey lê lê lê lê lê û hey lê lê lê lê lê û hey lê lê lê Meyayê
Porsorê, porgewezê, porê serê xwe belayê
Wezê destê te da ketime qîrê vê qetranê vê belayê
Were cara vê carê ramûsanekê bide mi da ji nava sing û beran
Wez yolçî me mi dereng e hey canê, hey canê
Hey lê lê lê lê lê û hey lo lo lo lo lo lo Ûso
Heyrana Ûso me sebir ke wan qiran û bizanê
Wez ê bêjime şêr û şênbaza mala bavê xwe da wê da
Têke wedê tejîk û tûlan e, hey cano, hey cano, hey cano
Hey lê lê lê lê lê û hey lê lê lê lê lê û hey lê lê lê Meyayê
Porsorê, porgevezê, porêserê xwe belayê
Wez ê Ûsê me Ûsêkê çawa bikim
Wez ê donzde qevda bidim serê şûrê xwe qeza kim
Were wezê hezar hefsêd mêrê mala bavê te perengî çê hesab nakim
Wez ê danê vê êvarê êla mala bavê te ji hev bela kim
Hey can, hey can, hey canê
Hey lo lo lo lo lo û hey lo lo lo lo lo Ûso
Heyrano Ûso, serê sibê li me zer bû, serê sibê li me zer bû
Devê koçî gelî êlanî û Kîkan, Milan û Mirdêsiya
Li ber çemê Heranê me der bû, heyrano Ûso
Paxirê pûxirê mala bavê te hatin zêrê mala bavê mi ra beramber bû
Hey cano, hey cano, hey can
Hey lê lê lê lê lê û hey lê lê lê lê lê û hey lê lê lê Meyayê
Porsorê, porgevezê, porê serê xwe belayê
Rast e serê sibê li me zer bû
Devê koçî gelîyê êlan û Kîkanî, Milanî, Mirdêsiya
Li ber çemê Heranê li me der bû, lê lê zeriyê canê de tu nizanî
Paxirê pûxirê mala bavê mi hatin zêrê mala bavê te ra bi sê ser bû
Hey cano, hey cano, hey can
Hey lo lo lo lo lo û hey lo lo lo lo lo û hey lo lo lo lo lo Ûso
Heyrano Ûso, wezê ramûsanekê bidime te ji nava sing û Beran e
Tirsa mi ne ji wê tirsê ye tu dibêjî heval û hogirê xwene
Hey cano, hey cano, hey can
Hey lê lê lê lê lê û hey lê lê lê lê lê û hey lê lê lê Meyayê
Porsorê, porgevezê, porê serê xwe belayê
Wez ê sond bixwim keska serê şêx xelîfê vê Bexdayê
Were tê ramûsanekê bide mi da ji nava sing û beranê
A va pirsa tu carikê, tu carikê ji devê mi dernayê
Hey canê, hey canê, hey can
De here şivan û şivano
De here şivan û şivano
Teyê daye serê xwe da liba heft berxano
Teyê daye pişta xwe da şeşeb û dinavo
Teyê kiriye piyê xwe da zûle çermê di gano
Teyê daye destê xwe da çomaqê melê heft kerano
De here şivano, şivano
Hey lê lê lê lê lê û hey lê lê lê lê lê û hey lê lê lê Meyayê
Porsorê, porgevezê, porê serê xwe belayê
Wez ê Ûsê me Ûsê Silîvî me
Serkarê hezar hefsed malê Zirikî me
Lê lê dînê canê wezê îsal pêra wa aşiqê bejn û bala te me
Hey canê, hey canê, hey can
Hey lê lê lê lê lê û hey lê lê lê lê lê û hey lo lo lo lo lo Ûso
Heyrano Ûso, îşev şev e şevşilî ye
De here qiranê pezê nêrike av herî ye
Tişte qiranê nêriye bajo ser konî bavê min î reş î erebî ye
Sing û berê mi evdala xwedê te ra him orxan e, hem doşek e, hem zozan e
hem berî ye
Hey cano, hey cano, hey can
Hey lê lê lê lê lê û hey lê lê lê lê lê û hey lê lê lê Meyayê
Porsorê, porgevezê, porê serê xwe belayê
Rast e îşev şev e şevşilî ye
Guhera qiranê pezê nêr girtîye av herî ye
Wezê tîşîme qiranê nêriya bajome ser konê bavê te yê reş î erebî ye
Sing û berê te evdala Xwedê mi ra him orxan e, hem doşek e, hem zozan e
hem berî ye
Xewa orxan û doşeka şîrîn e, sibê tê milê min î
Apê te yê derkeve ser desta nimêjê ye
Wê misînekê bide orta qafê mi da sibê qîz û bûkê êlan û Kîkan û Milan û Mirdêsiya
Wê de kozba sola xwe sapoka mi xin
Wê bê hey gidî dinya wa Ûsê Silîvî hatiye kuştinê seva kevnejinekî ye
Hey canê, hey canê, hey can